Teqînekê paytexta Efxanistanê hejand

Teqînekê li navendeke perwerdehiyê ya li Kabula paytexta Efxanistanê rûda.

30 Îlon 2022 - 04:10
30 Îlon 2022 - 04:10
 0
Teqînekê paytexta Efxanistanê hejand

Li gor zanyariyên ajansa AFPê, vê sibê 30yê Îlona 2022yanî teqînekê li navendeke perwerdehiyê li rojavayê Kabulê rûda.

Berdevkê Polîsê Kabulê Xalid Zerdan ji ajansa AFPê re ragihandiye, teqîn li navenda Kac a perwerdehiyê li taxa Deşt Berşî ya li rojavayê Kabulê qewimî.

Herwiha eşkere kiriye, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene û ew ê di demên pêş de zanyariyên zêdetir belav bikin.

Ev nûçe bi tevahî 563 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:41:48