Teqîneke xwekujiyê hêzên Iraqî kire armanc

Li parêzgeha Enbar a Iraqê teqîneke xwekujiyê hêzên Iraqî kire armanc û di encamê de 4 endamên hêzên ewlehiyê bûn qurbanî.

3 Îlon 2022 - 03:20
3 Îlon 2022 - 03:20
 0
Teqîneke xwekujiyê hêzên Iraqî kire armanc

Li gor medyaya Iraqê, di encama teqîneke xwekujiyê de li sînorê parêzgeha Enbarê, endamekî hêzên ewlehiyê hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Hatiye diyarkirin, teqîn di demekê de bûye ku hêzên Iraqî li biyabana wê parêzgehê di helmeteke lêgerîn û pişkinînê de bûn li dijî veşargeh û şaneyên razayî yên terorîstan.

Ev nûçe bi tevahî 537 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:24:58