Teqînek li bajarê Qamişloyê pêk hat

Jêderekê navxwe yê bajarê Qamişloyê li Kurdistana Rojava ragehand ku îşev dengê teqîneke mezin li taxeke rojavayê bajêr hatiye bihîstin.

10 Çile 2017 - 03:13
10 Çile 2017 - 03:13
 0
Teqînek li bajarê Qamişloyê pêk hat

Jêderê navxwe li bajarê Qamişlo ji bo BasNewsê ragehand ku îşev nêzîkî cargoşeya ewlehî li taxa rojavaya bajêr bombeke çandî teqiyaye.

Li gor agahiyan bomb ji liyê milîsên berevaniya niştimanî ser bi rejîma Sûriyê ve hatiye danan û asayîşa PYD çend çekdarên milîs girtine.

Herwaha behsa vê yekê jî tê kirin ku dengê teqînê zor bihêz bûye û di encama vê teqînê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da ye û hêzên asayîşê jî car devrê navçê girtine.

Ev nûçe bi tevahî 1189 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:24:15