Tillerson: Ji bo xistina rêjîma Tehranê em ê alîkariya komên nav Îranê bikin

Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson ragihand ku welatê wî dê alîkariya tevgerên reformxwaz yên nav Îranê dike, ji bo sîstema Komara Islamiya Îranê bixînin.

26 Cotmeh 2017 - 06:55
26 Cotmeh 2017 - 06:55
 0
Tillerson: Ji bo xistina rêjîma Tehranê em ê alîkariya komên nav Îranê bikin

Rex Tillerson di kongirekî rojnamevanî de li gel hevsengê xwe yê Hindî ragihand, Komariya Islamî ya Îranê alîkariya terorîstên navçeyê dike, hevdem Îran sedema dirêjiya şerê navxwe yê Sûrya û Yemenê ye.

Tillerson diyar kir ku ewê Îran bi giştî û Supaya Pasdaran bi taybetî siza bidin û got: Amerîka alîkariya xelkê Îran dike ku çarenivîsa xwe diyar bikin û piştevaniya wan grupên reformxwaz jî dike ku ew bixwazin rêjîma Komara Islamî ya Îranê bînin xwarê.

Ev nûçe bi tevahî 1405 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:19:30