Tirkiyê 3 roj molet daye YPG daku ji Efrînê vekişe

Malpereke Erebî li ser zimanê jêderekî serbazî di nav artêşa Tirkiyê de belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê 3 roj molet daye YPG daku ji Efrînê vekişe û ferman daye serbazên xwe yên li ser sînorên Sûryê, ku di amadebaşiyê de bin, ji bo derbasî Sûryê bibin, dema ku ew molet bidawî bê.

14 Çile 2018 - 04:56
14 Çile 2018 - 04:56
 0
Tirkiyê 3 roj molet daye YPG daku ji Efrînê vekişe

Ji aliyê xwe ve Artêşa Azad ya Sûryê ragihandiye, ku Tirkiyê daxwaz ji wan kiriye, lîstekê bi navê yekîneyên opozisyonê amade bikin û ji bo Artêşa Tirkiyê re bişîne daku ew yekîne derbasî Efrînê bibin. Wan jî ew lîste şandiye û amade ne di her demkê de derbasî Efrînê bibin.

Duh jî artêşa Tirkiyê hin gundên Efrînê topbaran kir û şer û pevçûn di navbera wê û şervanên YPGê de qewimî, ji aliyê xwe ve serokê Tirkiyê ragihand ku ewê Efrînê bi ser YPGê de hilweşînin.

Ev nûçe bi tevahî 1293 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:23:26