Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT) ragehand, berpirsekî payebilind ê PKKê bi operasyonekî hatiye kuştin.

1 Mijdar 2022 - 10:02
1 Mijdar 2022 - 10:02
 0
Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê ragehand

Îro Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragehand, di operasyonekî li Rojavayê Kurdistanê de Ersîn Şahîn ê ku wek Serdem Pîr-Serhat Harun hatiye kuştin ku berpirsê tabûra Dêrîk a YPG/PKKê bûye.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu yê Ersîn Şahîn di sala 2014ê de ji pêkhateya nav bajar a PKKê ve di rêxistina YDG-H de cîh girtiye û piştre çûye Iraqê û sala 2017ê heta naha jî li Sûriyê nav YPG/PKKê de kar kiriye û naha di operasyonekî MÎTê ya li ser sînor de jiyana xwe ji dest daye.

Ev nûçe bi tevahî 452 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:48:00