Trump: Armanca me vekirina Tengava Hurmizê û rûxandina binesaziya Îranê ye
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên herî nû de, tekezî li ser berdewamiya operasyonên serbazî yên li dijî Îranê kir û ragihand, armanca wan a sereke "serkeftineke yekalîker" û daxistina nirxê petrolê ye.

Trump îro 12ê Adarê derbarê pêşveçûnên şerê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de destnîşan kir, her çend dema bidawîhatina şer hîn ne diyar be jî, lê welatê wî ji bo bidestxistina serkeftina tam bi biryar e.
Trump bal kişand ser qebareya ziyanên ku gihîştine Îranê û got: "Em dizanin em çi dikin. Me heta niha gelek cihên stratejîk li Îranê bombebaran kirine û em di ji navbirina şiyana wî welatî de berdewam in."
Serokê Amerîkayê tekez kir, ji ber lêdanên giran û wêranker, dê ji bo hikûmeta Îranê pir zehmet be ku careke din welatê xwe ava bike.
Trump derbarê şiyana leşkerî ya Tehranê de destnîşan kir, Îran niha di rewşeke bêçare de ye. Trump got: "Îranê êdî ne hêza deryayî û ne jî ya asmanî maye. Tevahiya sîstemên wan ên parastinê jikar ketine û şiyana wan a mûşekî jî bi temamî ji nav çûye."
Herwiha Trump bal kişand ser bandora şer a li ser bazarên enerjiyê û ragihand, Amerîka xwedî stratejiyeke taybet e da ku bi lez nirxê petrolê li cîhanê kêm bike.
Trump di vê çarçoveyê de got: "Em bi hêz kar dikin, da ku Tengava Hurmizê ji nû ve vekin, ku niha Îranî rê li derbasbûna keştiyan digirin. Divê em vî şerî di demeke nêz de bibin da ku nirxê petrolê cêgir bibe û dakeve."
Nûvekirina herî dawî: 12:12:44











































































































































































