Trump bo cara çarem moleta li dijî Îranê dirêj dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo cara çaremîn moleta dawî ya ji bo Îranê diyar kiribû, guherand. moleta 48 saetî, ji bo 82 saetan hat dirêjkirin. Trump hişyarî da ku eger heta şeva Sêşemê lihevkirin pêk neyê, ew ê fermana "wêrankirina giştî" ya binesaziya Îranê bide.

6 Avrêl 2026 - 10:31
6 Avrêl 2026 - 10:31
 0
Trump bo cara çarem moleta li dijî Îranê dirêj dike

Li gorî zanyariyên nû yên ku Serokê Amerîkayê ji dezgehên ragihandinê re aşkere kirine, moleta berê ya ku roja Şemiyê dest pê kiribû, diviyabû sibeha roja Duşemê bidawî biba. Lê belê Trump di peyameke nû de ragihand, wî dem heta saet 20:00ê şeva Sêşemê (bi dema Washingtonê), ku ev dike saet 03:00ê berbangê ya roja Çarşemê bi dema Hewlêrê, dirêj kiriye.

Donald Trump di daxuyaniyên xwe de zimanekî pir tund bi kar anî û got: "Heke heta roja Sêşemê peymanê îmze nekin, ez ê li wir her tiştî biteqînim." Armanca sereke ya van gefan, westgehên elektrîkê, pirên stratejîk û binesaziya enerjiyê ya Îranê ne. Trump berê ev roj wekî "roja wêstgeh û piran" bi nav kiribû.

Pisporên siyasî diyar dikin, ev cara çarem e Trump demê dirêj dike û ev yek dibe ku du armancên wê hebin:

1- Dersfeta Dîplomasiyê: Dayîna dema zêdetir ji bo danûstandinên kûr û veşartî yên ku li pişt perdeyê berdewam dikin.

2- Şerê Derûnî: Xistina fişarek giran li ser navenda biryardanê ya Tehranê, da ku di kêliyên dawî de neçarî xweradestkirinê bibin.

Niha hemû cîhan çavên xwe birine ser saet 20:00ê şeva Sêşemê bi dema Washingtonê. Dê diyar bibe ka ev dirêjkirina demê, dê bibe sedema rêkeftineke dîrokî ya ji bo dawîanîna şer, yan navçe dê bikeve nav pêleke wêrankirina giştî ya ku Trump soz daye.

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:35:43