Trump dem da Hemasê: Şansê we yê dawî ye
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku Hemas pêşniyara agirbest û bihevguhertina dîlan qebûl bike, wekî dema dawî êvara yekşemê diyar kir.

Trump got ku ev dem ji bo Hemasê "şansê dawî" ye.
Trump di daxuyaniya xwe ya doh de diyar kir ku divê Hemas heta roja yekşemê saet 18:00an (ET) / 22:00an (GMT) peymanê qebûl bike, eger na "dê li dijî Hemasê operasyoneke nedîtî were destpêkirin."
Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Social Truthê got:
"Zêdetirî 25 hezar endamên Hemasê hatin kuştin.
Piraniya yên mayî dorpêçkirî ne û ji bo dawî li jiyana wan bê anîn tenê li benda fermanê ne."
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Ez ji hemû Filistîniyên bêguneh dixwazim ku vê qada ku potansiyela wê heye bibe herêmeke mezin a mirinê terk bikin û biçin deverên ewletir ên Xezeyê."
Lê Trump diyar nekir ku ew herêma behsa wê dike kîjan e.
Nûvekirina herî dawî: 01:17:05