Hemasê bersiv da Trump
Hemasê ragihand ku di çarçoveya plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê de razî ye hemû dîlên Îsraîlî serbest berde.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku Hemas pêşniyara agirbest û bihevguhertina dîlan qebûl bike heta êvara yekşemê dem dabû Hemasê.
Hemasê bersiva xwe ya li ser plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê radestî navbeynkaran kiriye û li ser hinek bendan daxwaza zelalkirinê kiriye.
Li gorî nûçeya AAyê, Hemasê ragihandiye ku di çarçoveya plana agirbestê ya Trump a ji bo Xezeyê de razî ye hemû dîlên Îsraîlî serbest berde û birêvebiriya Xezeyê radestî hikûmeteke teknokrat a Filistînî bike.
Hemasê gotiye “Divê pirsgirêkên di plana Trump de yên girêdayî paşeroja Xezeyê û mafên Filistîniyan, di çarçoveyeke 'niştimanî ya yekgirtî' de bên çareserkirin ku dispêre yasayên navneteweyî.”
Nûvekirina herî dawî: 01:18:46