'20 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê'
Berpirsê Efrînê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Mesûd Betal ragihand ku piştî rûxîna rejîma Esed nêzîkî 20 hezar malbatên Kurd vegeriyane gund û bajarên wê.

Betal di daxuyaniyeke taybet de ji North Pressê re got ku birêvebiriya xwecihî ya Efrînê xizmetên bingehîn û dabînkirina pêdiviyên jiyanê yên ji bo vegeriyayan de xizmetên xwe berdewam dike.
Betal her wiha da zanîn ku nêzîkî ji sedî 80yê gundên niştecihbûnê û kampên koçberan ên li navçeyên Efrînê niha hema hema vala ne, ji ber ku piraniya malbatên koçber vegeriyane herêmên xwe yên resen ên li seranserê Sûriyeyê.
Guhertina demografiyê
Efrîna ku piraniya şêniyên wê Kurd bûn 2018an di operasyoneke de ji aliyê hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve ji destê hêzên Kurd hatibû derxistin.
Êrişê bi deh hezaran Kurd koçber kiribûn û piraniya wan reviyabûn herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.
Ji wê demê ve, li Efrîna di bin kontrola komên çekdar de, binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan, destdanîna ser mal û milkan û guhertinên demografîk hatine tomarkirin.
Her çiqas di salên dawî de veger kêm be jî, gelek niştecihên koçber ji ber nearamî, zehmetiyên aborî û astengiyên îdarî nikarin an naxwazin vegerin.
Xelkê herêmê jî tekez dike ku vejîna bajêr girêdayî vegera niştecihên wê yên resen e.
Bi salan e gelek raporên mafên mirovan binpêkirinên berfireh, di nav de wêrankirin û talankirina çavkaniyên xwezayî û şewitandin, birîn û dizîya nêzîkî du milyon darên zeytûnan belge kirine.
Cotkar û xwediyên zeytûnan gelek caran ji bac û xercên ku komên çekdar di demsalên berhevkirina zeytûnan de li ser wan ferz dikin gilî kirine.
Xebatên vegerandina mal û milkan
Derbarê vegerandina mal û milkan de, Betal got ku hewlên ji bo nûjenkirina malên zererdîtî û zeviyên çandiniyê berdewam dikin.
Li navçeya Racoyê 180 xanî û 20 hezar darên zeytûnan li xwediyên wan hatine vegerandin, li navçeya Şeranê jî 30 xanî û 4 hezar darên zeytûnan hatine vegerandin.
Betal her wiha got ku li navçeya Mabatayê guvaştokên zeytûnan ji nû ve hatine vekirin û 29 xanî û 3 hezar û 500 darên zeytûnan hatine vegerandin.
Çareserkirina rewşa koçberan
Betal tekez kir ku çareserkirina rewşa koçberan ji destpêkê ve ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê mijara herî sereke bûye û saziyên wê yên fermî piştgiriyê didin vê yekê.
Wî ragihand ku hewl dê berdewam bikin ji bo lezkirina vegerê û bipêşxistina aramiya demdirêj a ji bo niştecihên Efrînê.
Nûvekirina herî dawî: 00:55:57