Trump dirêjkirina agirbesta navbera Îsraîl û Libnanê bo sê hefteyan ragihand
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî civîna ligel nûnerên pilebilind ên Îsraîl û Libnanê li Koçka Spî, biryara dirêjkirina agirbesta di navbera her du welatan ji bo dema sê hefteyên din ragihand. Trump tekez kir ku Waşinton dê alîkariya Libnanê bike da ku bikaribe xwe di rûbirûbûna gefên Hizbullaha Libnanê de biparêze.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya “Truth”ê eşkere kir ku wî li Nivîsîngeha Serokatiyê civîneke gelek giring ligel nûnerên Îsraîl û Libnanê kiriye. Cîgirê Serok J.D. Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio, Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê Mike Huckabee û Balyozê Amerîkayê li Libnanê Darrell Issa jî di wê civînê de amade bûbûn.
Trump ragihand ku ew civîn gelek baş bi rê ve çûye û Amerîka pabend e bi alîkarîkirina hikûmeta Libnanê ji bo parastina serweriya welatê xwe di rûbirûbûna Hizbullahê de. Wekî encama wê civînê jî, biryar hat dayîn ku agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de ji bo dema sê hefteyên din bê dirêjkirin.
Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê di demeke nêz de, ji bo temamkirina danûstandinan, mêvandariya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Libnanê Joseph Aoun bike. Trump ev civîn wekî şerefeke mezin û bûyereke dîrokî ji bo çespandina aştiyê li deverê wesif kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li roja Pêncşemê, 16ê Nîsana 2026an, piştî hejmareke danûstandinên erênî û hûr ligel serokên Libnanê û Îsraîlê, ragihandibû ku her du alî gihîştine lihevkirineke fermî ji bo ragihandina agirbestê ji bo dema 10 rojan, bi armanca amadekirina derfetê ji bo aştiyeke herdemî û kêmkirina duberekiyên deverê.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî li roja Sêşemê, 14ê Nîsana 2026ê, mêvandariya civîneke sêalî ya dîrokî kiribû, bi amadebûna şandên pilebilind ên Îsraîl û Libnanê di bin çavdêriya Wezîrê Derve Marco Rubio de.
Li gorî daxuyaniya hevpar a wan her sê welatan, di wê civînê de danûstandinên berhemdar li ser pêngavên destpêkirina danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Libnanê de hatibûn kirin.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:32








































































































































































