Trump: Em dê bi Îranê re uranyumê derxin û bînin Amerîkayê

Serokê Amerîkayê ragihand ku di çarçoveya peymaneke aştiyê ya bi Îranê re de, Washington û Tehran dê bi hev re û bi bikaranîna sondajên mezin, uranyumê ji qadên nukleerî yên Îranê derxin û veguhêzin Amerîkayê.

18 Avrêl 2026 - 10:43
18 Avrêl 2026 - 10:43
 0
Trump: Em dê bi Îranê re uranyumê derxin û bînin Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke rêxistina Turning Point USAyê ya li Phoenixa eyaleta Arizonayê de gotarek pêşkêş kir.

Donald Trump di gotara xwe de hûrgiliyên nû li ser çawaniya miamelekirina li gel uranyuma Îranê eşkere kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotara xwe de got:

"Hinek kes dipirsin em dê çawa dest deynin ser wê toza atomî?

Em dê bi Îranê re û bi bikaranîna hejmareke zêde ya amûrên taybet bigihêjinê.

Pêdiviya me bi sondajên herî mezin heye ku hûn nikarin di xeyala xwe de jî bînin."

Serokê Amerîkayê her wiha amaje pê kir:

"Em dê bi hev re li gel Îranê biçin hundir û uranyuma hatiye dewlemendkirin bi dest bixin.

Em dê di demeke nêzîk de bînin niştiman, Amerîkayê."

Helwesta Îranê û 'toza atomî'

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku Wezareta Karên Derve ya Îranê berê red kiribû ku uranyuma hatiye dewlemendkirin veguhêzin derveyî Îranê.

Tehranê ragihandibû ku ew made ji bo "ti cihî" nayê veguhastin.

Serokê Amerîkayê bi berdewamî termê "toza atomî" ji bo uranyuma dewlemendkirî ya Îranê bi kar tîne.

Washington Tehranê tohmetbar dike ku wê ew ji bo çêkirina bombeya nukleerî kom kiriye.

Her wiha carinan vê termê ji bo wan paşmayên ku ji ber êrişên asmanî yên Amerîkayê yên Hezîrana par li ser saziyên atomî yên Îranê mane bi kar tîne.

Trump li ser nêzîkbûna peymanê jî gelekî geşbîn bû û ragihand ku peyman "gelekî nêzîk e."

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:47:02