Trump: Em dê uranyuma Îranê bibin

Serokê Amerîkayê ragihand ku bi peyman an bê peyman be, welatê wî dê uranyuma Îranê ya meyandî bibe.

22 Gulan 2026 - 10:15
22 Gulan 2026 - 10:15
 0
Trump: Em dê uranyuma Îranê bibin

Ev daxuyanî di demekê de ye ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio eşkere kir ku di dan û standinên nerasterast ên bi Tehranê re bipêşketin çêbûne.

"Em dê uranyuma Îranê ya meyandî bibin"

Donald Trump doh di axaftineke xwe ya li Koşka Spî de got:

"Em dê uranyuma Îranê ya ku di asteke bilind de hatiye meyandin bibin û dibe ku em wê tune bikin."

Wî her wiha got ku Washington rê nade Îran bibe xwediya wê madeya atomî.

Washington û Tel Evîv dibêjin ku dibe ev made di qonaxekê de ji bo çêkirina çeka atomê bê bikaranîn.

Trump diyar kir ku Washington dê piştrast bibe da ku Îran nikaribe çeka atomî bi dest bixe.

Wî anî zimên ku di dan û standinên wan ên bi Tehranê re ku didomin, bi her awayî be ew dê tiştê ku dixwazin bi dest bixin.

Zêdetirî 400 kîlogram uranyum heye

Li gorî texmînên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atome, zêdetirî 400 kîlogram uranyuma meyandî ya bi rêjeya ji sedî 60î li cem Îranê heye.

Tehran jî tekez dike ku piştî bombebarankirina tesîsên wê yên atomê ji aliyê Amerîkayê ve, êdî ew nikare destê xwe bigihîne wê uranyumê.

Amerîka di çarçoveya her peymana çaverêkirî de, daxwaza radestkirina wê uranyuma meyandî kiriye lê Îranê ev yek red kiriye.

Li hemberî vê yekê, Moskowê pêşniyar kiriye ku uranyumê veguhêzên Rûsyayê da ku gihîştina peymanekê hêsantir bibe.

Dorpêça li ser Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê di beşeke din a axaftina xwe de, ragihand ku Hêzên Deryayî yên welatê wî bi rêya dorpêçê bi temamî Tengava Hurmizê kontrol kiriye.

Bi gotina wî, ev yek li ser benderên Îranê bûye "dîwarekî pola."

Wî destnîşan kir ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê karekî baş dikin û ji ber dorpêça deryayî, ti keştî nagihêje Îranê û ti keştî jî jê dernakeve.

Di heman demê de, wî bal kişand ser pêwîstiya vekirina Tengava Hurmizê bêyî sepandina ti bacê li ser wan keştiyên ku di wir re derbas dibin.

"Rojane 500 milyon dolar zererê dike"

Li gorî gotina Trump, texmîn nîşan didin ku ji ber dorpêça deryayî, Îran rojane 500 milyon dolar zererê dike.

Trump her wiha da zanîn ku di şerê van demên dawiyê de, ji sedî 75ê şiyana mûşekî ya Îranê hatiye tunekirin.

Trump berê jî çend caran gefa lêdana derbeyên nû li Îranê xwaribû, eger di dan û standinên nerasterast ên bi navbeynkariya Pakistanê de Îran amadeyî tawîzdayînê nebe.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:17:28