Trump: Em piştevaniya êrişa Tirkiyê nakin

Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, welatê wî piştevaniya operasyona Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê nake û ev gava Tirkiyê bi “bîrokeyeke xirap” binav kir. Herwiha berpirsatiya çekdarên DAIŞê yên girtî jî xiste stûyê Tirkiyê.

9 Cotmeh 2019 - 15:24
9 Cotmeh 2019 - 15:24
 0
Trump: Em piştevaniya êrişa Tirkiyê nakin

Serokê Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiye endama NATOyê derbasî Sûriyê bû, Amerîka piştevaniya vê êrîşê nake. Trump tekez kir jî ku ev operasyon “bîrokeyeke xirap” e.

Herwiha got, Tirkiye niha di ber mana çekdarên DAIŞê yên girtî di zîndanan de û qedexekirina dubare serîhildana DAIŞê de berpirsyar e.

Trump diyar kir, “Tirkiye bi parastina sivîlan, pêkhateyên olî û di nava wan de Kirîstiyanî û gerentiya rûnedana karesateke mirovî pabend e û emê vî erkî li Tirkiye ferz bikin û ji nêzîk ve rewşê bişopînin.”

Îro 9. 19. 2019an, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, destpêkirina êrîşa welatê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana gund û bajarên Kurdî yên sînorî kirin.

HSDê ragihand, 25 firokeyên Tirkiyê ji cura F-16 li ser hemû gund û bajarokên sînorî difirin û wan bombebaranê dikin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, ji encama bombebarana Tirkiyê xelkê gund û bajaran bo parastina jiyana xwe derdikevin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ta niha di encama bombebarana firokeyên 2 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1374 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:25