Trump: Operasyonên leşkerî yên li Îranê ber bi dawiyê ve diçin
Donald Trump li bajarê Las Vegasê di axaftineke nû de behsa şerê li Îranê kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku operasyonên leşkerî bi "selametî û bêkêmasî" ber bi dawiyê ve diçin.
Donald Trump diyar kir ku her çi qas wî nexwestiye vî şerî bide destpêkirin jî lê ev gaveke "neçarî" bûye û got:
"Me nedikarî rê bidin ku Îran bibe xwediya çekên nukleerî.
Ji bo rêlibergirtina wan, diviyabû em bikevin nav wî welatî."
Serokê Amerîkayê pesnê şiyana artêşa welatê xwe da û anî ziman:
"Artêşa Amerîkayê li cîhanê ya herî bi xêr e."
Wî destnîşan kir ku asta leşkerî ya hêzên wan di vî şerî de "mînak" bûye.
Trump her wiha da zanîn:
"Va ye du meh in şer didome û serkeftin pir nêzîk e.
Washington niha dikare li nav Îranê her tiştê ku bixwaze bike."
Êrişên li keştiyan
Trump li ser hûrgiliyên şer û pevçûnan bûyereke balkêş vegot:
"Yek ji keştiyên me yên şer rastî êrişeke giran hat ku 111 mûşek ber bi wê ve hatin berdan lê hemû hatin têkbirin."
Wî her wiha eşkere kir ku jinavbirina keştiyên Îranê niha "rastiyeke eşkere ye."
Serokê Amerîkayê li ser hêza Îranê jî axivî û got:
"Îran welatekî bihêz û zîrek e, şervanên wan ên gelekî serhişk hene."
Lê Trump ducare kir ku armancên wan ên leşkerî pêk hatine û şer dê "di demeke nêzîk de" bi dawî bibe.
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku agirbesteke 10 rojî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ketiye meriyetê.
Her wiha biryar e şandeyên Amerîka û Îranê li Pakistanê ji bo gera duyem a dan û standinan bicivin ku bigihêjin peymaneke aştiyê ya mayînde.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:26





































































































































































