Trump: Tengava Hurmizê bi peyman yan bê peyman, dê vebe

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya destpêkirina danûstandinên li Pakistanê ragihand, Tengava Hurmuzê bi peymana li gel Îranê be yan jî bêyî peyman be, dê careke din were vekirin.

11 Avrêl 2026 - 10:27
11 Avrêl 2026 - 10:27
 0
Trump: Tengava Hurmizê bi peyman yan bê peyman, dê vebe

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê rewşa Tengava Hurmizê û danûstandinên bi Îranê re destnîşan kir, vekirina Tengava Hurmizê ji bo wan erkekî sereke ye û got: "Tengava Hurmizê bi peymana li gel Îranê be yan jî bêyî peyman be, dê careke din were vekirin."

Trump ji rojnamevanan re axivî û diyar kir, Washington ji bo vekirina vê rêrewa stratejîk a deryayî "pêwîstiya wê bi ti plana alternatîf (Plan B) nîne". 

Ev daxuyaniya Trump di demekê de tê, piştî 40 rojên aloziya leşkerî, biryar e îro 11ê Adarê li Îslamabada paytextê Pakistanê, gera nû ya danûstandinên navbera Washington û Tehranê dest pê bike. Trump hêviya serkeftinê ji bo şandeya welatê xwe xwest.

Donald Trump şertê bingehîn ê Amerîkayê ji bo asayîkirina rewşê aşkere kir û got: "Divê Îran bi temamî pêvajoya dewlemendkirina uranyumê rawestîne."

Herwiha Serokê Amerîkayê dijberiya xwe ya li hemberî plana Îranê ya ji bo wergirtina bacê ji keştiyan anî ziman û got: "Em rê nadin ku Îran di dema derbasbûna di tengavê re ti bac an jî bacekê li ser keştiyan ferz bike. Em ê rê li ber her hewldaneke ku bibe sedema astengkirina çûnûhatina deryayî li vê rêrewa girîng bigirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 24 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:00