Turk: Zehmet e pêvajoyeke bêçek dest pê bike
Siyasetmedar Ehmet Turk dibêje, hevsengiyên Rojhilata Navîn rê nade pêvajoya aştiyê dest pê bike.

Ehmet Turk di hevpeyvînekê xwe de diyar kir ku, ew ne hêvîdar e li Tirkiyeyê niha pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Hevsengiyên Rojhilata Navîn a îro rê nade pêvajoya aştiyê destpê bike.
Ehmet Turk amaje dike ku, dewleta Tirkiyeyê ji PKKê daxwaza çekdanînê dike. Lê îro li Sûriye û Iraqê şer heye. Danîna çekan dê çawa be ew nizane, lê PKK dikare li hemberî Tirkiyeyê çek bikar neyne.
Li gor siyasetmedar Turk, ya girîng ew e ku PKK li hemberî Tirkiyeyê şerê çekdariyê neke. Lê îro Rojhilata Navîn dikele û di vê rewşê de zehmet e pêvajoyek bêçek dest pê bike.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:17