Wan: Bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin.

14 Tebax 2023 - 07:30
14 Tebax 2023 - 07:30
 0
Wan: Bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin

Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê ragihand, di navbera 6-13ê Tebaxê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” “operasyon” hatine kirin.

Li Wanê di navbera 6-13ê Tebaxê de di “operasyonên cuda” de bi hinceta “alîkariya PKKyê” 17 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê, xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Ev nûçe bi tevahî 545 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:29:17