Washingtonê zexta li ser Bexdayê tundtir kir: 'Milîsan belav bikin!'
Washington daxwaz dike ku hikûmeta Îraqê yekser hemû grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê belav bike.

Hate ragihandin ku eger Bexda vê pêngavê neavêje, dê rûbirûyî cezayên hîn tundtir bibe.
Çend rayedarên Amerîkî ji bo medyaya welatê xwe ragihand ku Washingtonê zextên li ser Bexdayê zêde kirine û şandina dolarên kaş ji bo Îraqê rawestandiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo Fox Newsê şitexilî û diyar kir ku divê hikûmeta Îraqê dawî li wê "parastina siyasî, darayî û leşkerî" bîne ku ji bo "milîsên terorîst ên ser bi Îranê ve" amade kiriye.
Berpirsê Amerîkayê got, "Amerîkayê bi awayekî zelal ragihandiye ku ew dê her rêkarê bigire ber xwe ji bo rûbirûbûna çalakiyên têkder ên Îranê yên li Îraqê û parastina berjewendiyên xwe."
Berdevkê wezaretê her wiha got, "Em dilgiraniya xwe li ser têkçûna hikûmeta Îraqê ya di rêlibergirtina van koman de radigihînin.
Ev piştgiriyên di nav hikûmetê de bandoreke neyînî ya tund li ser pêwendiyên Amerîka û Îraqê çêdikin.
Em li bendê ne ku hikûmeta Îraqê yekser hemû rêkaran ji bo belavkirina milîsên nêzîkî Îranê werbigire."
Rawestandina 500 milyon dolarî û hevahengiya leşkerî
Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê, Amerîkayê hevahengiya xwe ya ewlehiyê ya li gel artêşa Îraqê rawestandiye.
Ev biryar xebatên wekî rahênan û têkoşîna li dijî terorê jî li xwe digire.
Her wiha hate ragihandin ku Amerîkayê rê li ber balafireke barhilgir girtiye ku nêzîkî 500 milyon dolarên kaş tê de bûn.
Ew pere dahata firotina petrola Îraqê bû ku di hesabên Banka Federal a New Yorkê de dihatin parastin.
Ev cara duyem e ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê yê 28ê Sibatê ve ku Washington rê li ber şandina dolaran ji bo Banka Navendî ya Îraqê digire.
Amerîka vê yekê wekî kartekî zextê ji bo guherîna biryarên siyasî yên Bexdayê bi kar tîne.
Bersiva Bexdayê: Rewş aloz e
Berpirsekî hikûmeta Îraqê li ser van rêkarên Amerîkayê ji bo Fox Newsê axivî û got, "Pêwendiyên Îraq û Amerîkayê hevbeşiyeke giring e û me bi hev re li dijî DAIŞê şer kiriye."
Derbarê grûpên çekdar de wî berpirsî amaje bi wê yekê kir ku "rastiya Îraqê gelekî aloz e" û van grûpan hegemoniya siyasî û cemawerî heye.
Ji ber vê yekê wî destnîşan kir ku çareserkirina vê pirsê hewceyî pêngavên hêdî ye da ku aramiya navxweyî were parastin.
Wî berpirsî hişyarî da ku her rêkarên ji derve yên ku taybetmendiyên Îraqê li ber çavan negirin, dê bibin sedema encamên berovajî û zererê bidin hewlên ji bo aramiyê.
10 milyon dolar xelat ji bo agahiyan
Li hêla din, Wezareta Dadê ya Amerîkayê ji bo bidestxistina agahiyên li ser Heyder Mezher Melek Seîdî 10 milyon dolar xelat ragihand.
Seîdî sekreterê tevgera Ensarullah el-Ewfiya ye.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê got, "Ev grûpa terorîst li Balafirgeha Bexdayê êrişî dîplomatên Amerîkî kiriye û li ser gefxwarina li sivîlan û serweriya Îraqê didome."
Ev di nava mehekê de xelata sêyem e ku Washington radigihîne.
Roja 23yê Nîsana 2026an ji bo serkirdeyê Ketîbeyên Seyiduşuheda Ebû Ala Welayî 10 milyon dolar xelat hatibû diyarkirin.
Her wiha 14ê Nîsana 2026an ji bo Emîndarê Giştî yê Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê Ehmed Hemîdawî jî xelatekî wekî vê hatibû ragihandin.
Metirsiya herifîna dewletê
Serokê Navenda Lêkolînên Geopolîtîk a li Rojhilata Navîn Remzî Mardînî got, "Heke hikûmeta Îraqê bixwaze bi darê zorê grûpên çekdar derxîne, metirsiya herifîna dewletê çêdibe."
Mardînî destnîşan kir ku milîs di nav saziyên leşkerî, siyasî û aborî de cih girtine û ji hev nayên cudakirin.
Li gorî Mardînî, îdareya Trump fêm nekiriye ku sînorên dewletê û grûpên çekdar li Îraqê ketine nav hev û nabe wekî yekeyeke serbixwe miamele bi hikûmetê re were kirin.
Nûvekirina herî dawî: 18:51:27







































































































































































