Wekîlê HDPê yê berê jiyana xwe ji dest da!

Wekîlê HDPê yê berê Îbrahîm Ayhan li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê duh bi şev seet li dora 01:00ê jiyana xwe ji dest da.

20 Îlon 2018 - 06:38
20 Îlon 2018 - 06:38
 0
Wekîlê HDPê yê berê jiyana xwe ji dest da!

Îbrahîm Ayhan serdemekê di BDPê de û du serdeman jî di HDPê de parlamenterî kiribû.

Hat ragihandin ku dilê Îbrahîm Ayhan sekiniye û jiyana xwe ji dest daye. Hermeta wî Rêzan Ayhan jî agahî piştrast kirin. Rêzan Ayhan wê here Herêma Kurdistanê û laşê zilamê xwe bistîne. Îbrahîm Ayhan wê li Ruhayê were veşartin.

Ev nûçe bi tevahî 1363 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:54:43