Welîehdekî ereb ji bo erdheja Kirmaşanê 100 milyor dolar alîkarî kir

Welîehdê Dubaiyê Muhammed Bîn Zaîd ji bo erdhêja ku li parêzgeha Kirmaşan a Îranê qewimî 100 milyon dolar alîkariya mirovî kir.

17 Mijdar 2017 - 04:24
17 Mijdar 2017 - 04:24
 0
Welîehdekî ereb ji bo erdheja Kirmaşanê 100 milyor dolar alîkarî kir

Welîehdê Dubaiyê Muhammed Bîn Zaîd bi rêya telefonê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re peyivî û diyar kir ku ew ji bo erdheja li Kirmaşanê 100 milyon dolar alîkarî dişîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şeva 12ê Mijdarê di nêzikî saet 22.00an de li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê erdhejeke bi pileya 7.3 rûdabû û heta niha di encama wê erdhejê de 530 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzikî 10 hezar kes jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1787 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:21:48