Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyek belav kir

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyniyekî de ragehand, her gazekî ku bê berhemanîn, nabe bê rezamendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê firotin.

23 Gulan 2024 - 06:51
23 Gulan 2024 - 06:51
 0
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyek belav kir

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyniyekî de ragehand, her gazekî ku bê berhemanîn, nabe bê rezamendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê firotin.

Duh 22.05.2024ê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Berhemê gazê li zeviya qada Kormorê li gor peymana li gel Pearl Petroleum (Dana Gas) hatiye veqetandin û ji bo elektrîkê ye, ji ber wê jî her gazekî bê berhemanîn, nabe bê rezamendî û pejirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ti aliyekî re bê firotin.’’

 

Ev nûçe bi tevahî 1087 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:42