Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê kuştina leşkerekî xwe ragihand

Leşkerekî Tirkiyeyê ku çawişê pispor bû li Herêma Kurdistanê hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn

3 Sibat 2024 - 11:01
3 Sibat 2024 - 11:01
 0
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê kuştina leşkerekî xwe ragihand

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand li herêma “operasyona” artêşa wan a li Herêma Kurdistanê PKKyê êrişî hêzên wan kiriye.

Di encamê de çawişê pispor Kadir Dingil hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê 18ê Nîsana 2022yan ragihandibû ku li Metîna, Zap û Avaşînê yên herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê “operasyona Pençe-Kilîl” daye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 580 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:22