Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê nasnameyên 9 leşkeran eşkere kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku 9 leşkerên wan hatine kuştin, 4 leşkerên wan jî birîndar in.

13 Çile 2024 - 05:30
13 Çile 2024 - 05:30
 0
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê nasnameyên 9 leşkeran eşkere kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê gerîlayên PKKyê bi ser baregeheka wan de girtiye û li vê derê şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî vê daxuyaniyê, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 4 jî hatine birîndarkirin.

Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler nasnameya 9 leşkerên ku hatine kuştin eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya leşkeran wiha ye:

“Muslum Ozdemir, Emrulah Gulmez, Gokhan Delen, Serkan Sayin, Kemal Batur, Hakan Gun, Ahmet Koroglu, Murat Atar, Muhammed Tunahan Evcin.”

Ev nûçe bi tevahî 585 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:02:24