Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan tekezî li encamdana çalakiyên hevbeş kirin

Civîna berfireh a stafa Firqeya Yek û şanda Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan birêve çû, her du aliyan tekezî li encamdana çalakiyên hevbeş kirin.

2 Tebax 2023 - 02:36
2 Tebax 2023 - 02:36
 0
Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan tekezî li encamdana çalakiyên hevbeş kirin

Roja Sêşemê 1ê Tebaxa 2023an, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, bi serperiştiya Fermandarê Firqeya Yek a Piyade ya Wezareta Pêşmerge Hogir Selahedîn û şanda Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan civînek birêve çû, ku tê de li ser rewşa karûbarên firqe û çalakiyên firqeyê ji aliyê meydanî ve, gotûbêj hat kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin, di civînê de plana kar û çalakiyan û nirxandina karan hat danîn û her du aliyan di siberojeke nêz de tekezî li ser encamcada çalakiyên hevbeş kirin.

Ev nûçe bi tevahî 919 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:01:19