Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat gihişt Bexdayê û bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm civiya.

29 Tebax 2023 - 04:25
29 Tebax 2023 - 04:25
 0
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye

Biryar e Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat roja çarşemê bê Hewlêrê jî.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat îşev gihişt Bexdayê.

Omer Bolat li Bexdayê bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm re civiya.

Tê çaverêkirin Omer Bolat roja sêşemê ligel Serokkomarê Îraqê Ebulletîf Reşîd û Serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî jî bicive.

Li gor zanyariyan Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Omer Bolat dê roja Çarşemê bê Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî roja 24ê Tebaxa hatibû Hewlêrê û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevditîn kiribûn.

Piştî ragirtina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îraqê çend caran danûstandin li ser hinartina petrolê kirine lê heta niha negihiştine ti rêkeftinekê.

Ev nûçe bi tevahî 733 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:59:24