Wezîrê berê yê Parastina Amerîkayê bi Mazlûm Ebdî re civiya

Wezîrê berê yê Parastina Amerîkayê Christopher Miller çû Rojavayê Kurdistanê û bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û berpirsên din yên Rêveberiya Xweser re civiya.

20 Tebax 2023 - 14:30
20 Tebax 2023 - 14:30
 0
Wezîrê berê yê Parastina Amerîkayê bi Mazlûm Ebdî re civiya

Navenda Ragihandinê ya Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Wezîrê berê yê Parastina Amerîkayê Christopher Miller 16ê Tebaxê çûye Rojavayê Kurdistanê û çend hevdîtin pêk anîne.

Christopher Miller bi Hevserokên Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û Semer Ebdullah hevdîtin pêk anî.

Miller herwiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re jî civiya.

Di civînan de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û şerê DAIŞê hatine gotûbêjkirin.

Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Miller got ku divê piştgiriyeke mezintir ji bo doza kampên malbatên DAIŞê û girtîgehên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê bê dayîn.

Miller herwiha tekez kir ku pêwîst e piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin û ew navçeyên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin werin parastin û çareseriyek ji girtiyên wê rêxistinê re were dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 845 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:20:20