Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Civîna 4 alî sibê li Moskowê tê lidarxistin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, wezîrên berevaniyê yên Sûriyê, Rûsya, Îran û Tirkiyê dê sibê bicivin.

24 Avrêl 2023 - 05:52
24 Avrêl 2023 - 05:52
 0
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Civîna 4 alî sibê li Moskowê tê lidarxistin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir, dê hevdîtin li Moskovayê bê kirin û serokên dezgehên îstixbaratê yên her çar welatan jî beşdarî civînê bibin.

Her wiha Akar got: “Piştî civîna sibe, pêşhatên erênî tên payîn.”

Got jî, armanca wan ew e ku bi diyalogê kêşeyên hilawîstî çareser bikin û di zûtirîn dem de aştî û aramiyê li navçeyê pêk bînin.

Ev civîn di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Enqerê de ye û her wiha rê li ber civîneke din a li ser asta wezîrên derve yên wan her du welatan vedike.

Ev civîn piştî wê tê, roja 4 Nîsanê cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Îranê li Moskoyê civiyabûn.

Roja 28ê Berfanbara 2022an jî, wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyê li Moskowê civiyabûn û behsa çareserkirina kêşeya Sûriyê, penaberan û rûbirûbûna terorê kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:48:51