Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê û çend berpirsên din canê xwe ji dest dan

Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê û çend berpirsên din ên payebilind li Kîevê di ketina helîkopterê de canê xwe ji dest dan.

18 Çile 2023 - 07:30
18 Çile 2023 - 07:30
 0
Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê û çend berpirsên din canê xwe ji dest dan

Polîsa Ukraynayê ragihand, di encama ketina helîkopterekê de li derdora Kîev, Wezîrê Navxwe û hejmarek ji berpirsên payebilind ên wezaretê canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya polîsan, di encama vê bûyerê de, 16 kesan canê xwe ji dest dane, di nav de 2 zarok hene.

Herwiha diyar kir ku Wezîrê Navxwe, alîkarê wî yê yekem û berpirsekî din ê pilebilind di helîkopterê de bûne û canê xwe ji dest dane.

Ev nûçe bi tevahî 526 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:38:50