Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê çû Bexdayê

Wezîrê Parastinê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak, îro çûn Bexdaya paytexta Îraqê.

6 Sibat 2024 - 07:54
6 Sibat 2024 - 07:54
 0
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê çû Bexdayê

Li ser naveroka serdana Yaşar Guler û Metîn Gurak ti agahî nehatin dayîn.

Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî beriya çend rojan çûbû Bexdayê û piştre hatibû Hewlêrê.

Kalin li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Ebduletîf Reşîd re hevdîtinek kiribû.

Herwiha Serok Barzanî û Kalin jî 28ê meha borî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê hevdîtinek kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1136 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:27:27