Xeze: Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê kir… Amerîkayê veto kir

Amerîkayê pêşnûmeya biryarnameya Neteweyên Yekbûyî ya li ser ragihandina agirbestê li Xezeyê veto kir.

21 Mijdar 2024 - 08:17
21 Mijdar 2024 - 08:17
 0
Xeze: Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê kir… Amerîkayê veto kir

Amerîkayê bi hêza xwe ya vetoyê ya di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, pêşnûmeya biryarnameya li ser şerê Hemas û Îsraîlê ku tê de daxwaza agirbesteke bilez û berdana bê şert û merc a dîlan dikir veto kir.

Biryarnameya ji aliyê 10 endamên nedaîmî yên Konseya Ewlehiyê ve hatibû amadekirin.

Ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê 14an dengê erê da belgeyê.

Ev cara çaremîn e ku Amerîka pêşnûmeya biryarnameyên agirbesta li Xezeyê veto dike.

Di madeya yekem a pêşnûmeya ku ji 9 paragrafan pêk tê de hat gotin:

“Agirbesteke bilez a bi şert û merc ku hemû alî rêzê lê bigirin tê xwestin.”

Dîsa hat xwestin ku hemû dîlên ku di bin dorpêçê de ne werin berdan, hemû alî rêzê li yasayên navneteweyî bigirin û xelkê sivîl ê li Xezeyê bigihêjin alîkariyên mirovî.

Di pêşnûmeya biryarnameyê de her wiha ji aliyan hat xwestin ku rêzê li girtiyan bigirin û banga 'pabendbûna tam' a bi yasaya mirovî ya navneteweyî hat kirin.

Amerîkayê berê jî 3 pêşnûme veto kiribûn

Amerîkayê beriya niha 3 pêşnûmeyên biryarnameyan ên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku daxwaza agirbesta bilez li Xezeyê dikir veto kiribû.

 

Ev nûçe bi tevahî 354 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:32:49