Xurmatu, Êrîşeke DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hat têkbirin!
Îro serê sibê li sînorê Xurmatû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şikest bi êrîşeke çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê anîn.

Li gor zanyariyên geheştin dest BasNewsê, îro 18.05.2017ê serê sibê li navçeya Zerge ya ser bi qeza Xurmatû, DAIŞê êrîş kir ser çeperên Pêşmerge û ji aliyê Pêşmerge ve jî bersiveke tund hatiye dayîn û êrîşa DAIŞê hatiye têkbirin.
Li gor heman çavkaniyên ku zanyarî jê hatine girtin bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndar bûne.
Piştî wê êrîşê bildozerek û çend amûrên din ên DAIŞê, çek û teqemenî jî dest li ser hatiye danîn.
Nûvekirina herî dawî: 19:08:43