Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya (BERBANG) bi peyamekê sersaxî li Serok Barzanî kir, ji ber koça dawî ya Zekiya Mela Mistefa Barzani.

24 Sibat 2024 - 09:30
24 Sibat 2024 - 09:30
 0
Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Peyama Sersaxiya Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya (BERBANG):

Em bi dilekî xemgîn pê hesiyan ku Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê — xwîşka Serok Barzanî rehma Xwedê kiriye û xatirê xwe yê dawî ji me xwestiye.

Bi rastî ev mirina bêwext dilê me hemûyan xemgîn kir. Em kurdên Qazaxistanê baş dizanin ku rehmetiyê Zekiya Xan çiqas dilsozê milet û welatê xwe bûye, bi çûyîna xwe ya bêwext û bêbext kulekê di dilê me de vekir. Em gelekî xemgîn in.

Li ser navê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê sersaxiyê li gelê kurd û malbata We dikim, bila hezar rehme li gora wî be. Xwîşka Zekiya Xan wê herdem di dilê me de bijî.

Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê ya (BERBANG) Ezîzê Zîyo Bedîrxan

24 Sibat 2024 — Almatî

Ev nûçe bi tevahî 877 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:43:01