Yildirim: Operasyona Reqa 2'ê Hezîranê dest pê kir

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di daxuyaniyekê de diyar kir ku, operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê şeva 2ê Hezîranê dest pê kiriye.

4 Hezîran 2017 - 07:15
4 Hezîran 2017 - 07:15
 0
Yildirim: Operasyona Reqa 2'ê Hezîranê dest pê kir

Yildirim got, rêveberiya Amerîka berî operasyonê agehiyên pêwîst bi Tirkiyê re parve kirin û gotine, peywendiyên ligel YPGê zêde berdewam nakin. Yildirim got ku, Amerîka ji wan re gotiye ku çekên dane HSDê nakevin destê PKKê.

Yildirim diyar kir ku, Tirkiye wê vê operasyonê ji nêz ve bişopîne.

Ev daxuyaniya Yildirim di demekê de ye, duh Berdevka Operasyona Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed ji K24 re ragihandibû, wê di nava çend rojan de operasyona Reqa dest pê bike.

Ev nûçe bi tevahî 1623 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:01:34