YNK: Heşdî Şebî ne hêzeke meşrû ye

Rêxistina Heşdî Şebî ku ji grûbên milîsên şîe pêk tê li herêma Şingalê hinek cih kontrol kiribûn. Endamê Polîtburoya YNKê Seîd Ehmed Pîre ragihand ku li hemberî Heşdî Şebî divê helwestanê partiyên Kurdistanê yek be.

30 Gulan 2017 - 03:23
30 Gulan 2017 - 03:23
 0
YNK: Heşdî Şebî ne hêzeke meşrû ye

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîd Ehmed Pîre di axaftina xwe de ragihand ku li hemberî van destwerdanên Heşdî Şebî divê helwesta hemû hêz û partiyên Kurdistanê yek be. Heşdî Şebî ne tenê li herêma Şingalê pirsgirêkan derdixîne, li Kerkûk, Xurmatû û li Hawîceyê jî pirsgirêk e. Divê Kurdistan ji bo hemû cihên ku Heşdî Şebî pirsgirêkan derdixîne helwesteke hevpar nîşan bide."

Seîd Ehmed Pîre di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev fealiyetên Heşdî Şebî fealiyetên pir xirab in û rêxistina Heşdî Şebî ne rêxistineke meşru ye. Hêzên Kurdistanê li gorî Bexdayê jî yek ji hêza ewlehî ya Iraqê û şirîkê wê ne."

Ev nûçe bi tevahî 1815 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:06:51