NRT: YNK, Îran û Iraqê li ser radestkirina sîperan lihevkirine

NRTyê li gorî çavkaniyên nêzîkî ragihand ku Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê û nûnerên Hikûmeta Îranê û hinek serkirdeyên payebilind ên YNKê li hev kiriye ku baregeh sengerên YNKê kontrol dike radestî hêzên Iraqî bike bi şertê ku yên dawî nekevin bajarî.

16 Cotmeh 2017 - 07:40
16 Cotmeh 2017 - 07:40
 0
NRT: YNK, Îran û Iraqê li ser radestkirina sîperan lihevkirine

Li gorî wê nûçeya ku ajansa Spûtnîk weşandiye û nûçeyê dispêre NRT\'ê, rayedarî gotiye, \" peymana sêalî di navbera Bexda, Tehran û serkirdeyên payebilind li Silêmaniyê dibêje ku YNK dê daxwaza hikûmeta iraqî pêk bîne daku cihên Pêşmergeyên Yekîtî kontrol dikin radestî Hêzên Hevpar bikin bi şertê ku ew hêz jî pabendiyê bi wê yekê bikin û nekevin navneda Parêzgeha Kerkûkê.\"

Herwiha çavkanî diyar dike ku nakokiyên navnera YNKê bi awayekî neyênî bandor li peymana vekişîne kiriye ku her sê aliyan li ser li hev kiribû.

Peyman dibêje ku YNK dê hemû kadirên xwe agahdar bike daku pabendiyê bi \"hêminiyê\" bikin û dûrî tevgerên eşkere biçin heta ku hemû bendên wê peymanê werin cih\".

Her wiha Serokê Feyleqê Qudsê yê Pasevanên Îranî Qasim Silêmanî duh serdana Silêmaniyê kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1493 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:35:59