YPG: Deriyê Til Koçer destê me daye

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Bedran Dêrik li Deriyê Til Koçer a ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, îdîayên dibêjin derî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye kontrolkirin ne rast in.

28 Cotmeh 2017 - 04:52
28 Cotmeh 2017 - 04:52
 0
YPG: Deriyê Til Koçer destê me daye

Fermandarê YPG'ê Bedran Dêrik ragihand, ku hêzên wan Deriyê Til Koçer û Rebîeyê bernedane û ne hêzên pêşmerge û ne jî Heşda Şeibî derî ji wan nestendine.

Bedran Dêrik eşkere kir, ku kontrola Deriyê Til Koçer-Rebîeyê di destê hêzên wan de yen û got: “Hêzên me li hemû sînorên xwe de ne. Ne pêşmerge, ne Heşda Şeibî û ne jî artêşa Iraqê sînorên me nebezandine.”

Fermandarê YPGê banga diyalogê li Bexda û Hewlêrê kir û diyar kir: “Em ji hemû aliyan dixwazin pirsgirêkên xwe bi rêya guftugoyê çareser bikin. Ne gengaze bi rêya tundiyê pirsgirêk werin çareserkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 1344 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:47