YPG û Pêşmergeyên Rojava sê caran li Başûr civiyane

Hat zanîn ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) sê caran li Başûr hevdîtin kirine.

21 Sibat 2017 - 05:27
21 Sibat 2017 - 05:27
 0

Berpirsê karûbarên serbazî yên kantona Cizîrê, Rêzan Gulo ji televîzyona K24 re gotiye, di heyama borî de YPG û Leşkerên Roj sê caran li Başûr civiyane.

Rêza Gulo daye zanîn ku di civîna yekemîn de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdar bûye, di civîna duyemîn de Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û di ya sêyemîn de jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî beşdar bûye.

Ev nûçe bi tevahî 3694 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:30:19