YSK: 7 milyon kes dê cara yekem deng bidin
Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand, hejmara dengderên hilbijartinên 14ê Gulanê, 64 milyon û 191 hezar û 285 kes in û hejmara dengderên ku dê cara yekemîn dengê xwe bikar bînin jî 7 milyon e. Her wiha 3 milyon û 286 hezar û 258 dengdêr li derveyî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) îro Çarşemê 5ê Nîsana 2023an hejmara dengderên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14ê Gulanê eşkere kir.
Li gor vê yekê 64 milyon û 191 hezar û 285 kes dê dengê xwe bikar bînin ku ji wan 7 milyon kes yekemîn car dê dengê xwe bikar bînin.
Li gor daxuyaniya Desteya Hilbijartinan ji bo dengdanê bi giştî dê 195 hezar û 705 sindoq bên danîn. Ji wan 4 hezar û 969 li derveyî Tirkiyê û 21 hezar û 15 sindoq jî dê li gundan bên danîn.
Lîsteya dengderan jî dê 12ê Nîsanê zelal bibe û 19ê Nîsanê jî belge bên belavkirin.
Nûvekirina herî dawî: 02:53:30