Bi boneya serê salê 2 roj li Başûrê Kurdistanê bêhnvedan e

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku roja 7/1/2014 li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî be û dibêje ew roj dewam dê normal be.

29.12.2013, Paz - 16:39

Bi boneya serê salê 2 roj li Başûrê Kurdistanê bêhnvedan e
Haberi Paylaş
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku roja 7/1/2014 li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî be û dibêje ew roj dewam dê normal be.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ku di malpera fermî ya hikûmetê de hatiye belavkirin, ew nûçe red kir ku di çend saziyên medyayê de bi navê “daxuyaniyek ji Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê” belav bûne ku qaşo rojên 6 û 7ê çile bêhnvedana fermî ye li Herêma Kurdistanê.

Dizeyî tekez kir ku wek berê di malpera fermî ya hikûmetê de hatiye belavkirin, rojên 1 û 2/1/2013 li hemû sazî û dezgehên hikûmî li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.

Dizeyî herwiha got ku roja 6/1/2014 dê li hemû saziyên hikûmî bêhnvedana fermî be bi helkefta salvegera damezirandina Artêşa Iraqê, lê roja 7/1/2014 dewam normale.

Nerina Azad
Bu haber toplam: 1185 kişi tarafından görüldü.
Son Güncellenme:05:26:15
Bu gönderiye hiç yorum yapılmamış! İlk yorum yapan kişi olmak ister misin?
Nerina Azad
x