2 leşkerên Îranê Li Sirîyê hatin kuştin

Hat ragihandin ku 2 leşkerên artêşa Îranê li Sûriyeyê di şer de hatin kuştin.

17 Mijdar 2017 - 02:43
17 Mijdar 2017 - 02:43
 0
2 leşkerên Îranê Li Sirîyê hatin kuştin

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), 2 leşkerên artêşa Îranê Mehmûd Takîpur û Seyyîd Ehmed Huseynî li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin. Leşkerên Îranê ku hatibûn kuştin li bajarê Meşhedê hatin binaxkirin.

Li gorî reqemên nefermî, heta niha zêdetirî 2 hezar û 400 leşkerên îranî ku general û fermandar jî di nav de li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1651 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:08:30