Pêşveçûna herdu baskên Bagera Cizîrê berdewam e

Operasyona kontrolkirina herêma Dêra Zorê di roja xwe ya 68emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di pevçûnan de 34 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

17 Mijdar 2017 - 03:30
17 Mijdar 2017 - 03:30
 0
Pêşveçûna herdu baskên Bagera Cizîrê berdewam e

Operasyona kontrolkirina herêma Dêra Zorê ku ji aliyê şervanên Hêza Sûriyeyê Demokratîk (HSD) ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya 68emîn de bi hemû hêz û dijwariya xwe didome. Di pevçûnên çend seetên dawî de 34 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, baskê yekem ji aliye Siwar ve 4 kîlometroyan pêş ve çû. Li vir di navbera terorîstên DAIŞî û şervanan de şer derket. Di encamê pevçûnan de 10 terorîst hatin kuştin, motorsikletek û hin cebilxaneyên DAIŞê kete deste şervanan.

Herwiha baskê din jî pêşveçûna xwe dewam dike. Li bakurê gundê Diban ku kîlometroyan dikeve rojhilatê bajarê Meyadinê jî di navbera şervanan û terorîstên DAISê de şer derket. Di encama wî şerî de jî 24 terorîst hatin kuştin. Şervanan wesayîteke DAIŞê îmha kir û gelek çek û cebilxaneyan wan hatin desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 2049 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:32:18