20 barhelgirên leşkerî yên Amerîkayê geheştin Rojavayê Kurdistanê

Televizyona fermî Sûriyê ragehand, nêzîkî 20 barhelgirên Amerîkayê ji Iraqê ve geheştin nav Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê).

1 Berfanbar 2019 - 08:05
1 Berfanbar 2019 - 08:05
 0
20 barhelgirên leşkerî yên Amerîkayê geheştin Rojavayê Kurdistanê

Li gor kanala fermî ya SANA ya Sûriyê, ew barhelgirên Amerîkayî li parêzgeha Heseke bicîh bûne û armanca wan parastina bîrên petrolê ne.

Li gor heman çavkaniyê, beşek ji wan otombêlên leşkerî, ber bi başûr û rêya di navbera Şedadî û Dêrezorê ve çûne.

Di çend rojên borî de, 60 wesayît û barhelgirên leşkerî yên Amerîkayê cîh guhertin kirîne û li deverên derdora Rimêlan a nêzîk bîrên petrolê bicîh bûne û piranîya wan jî li gundên derdora herdû parêzgehên Heseke û Reqa bicîh bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1062 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:29:37