Beşikcî: Divê Kurd destkeftên xwe biparêzin û berfirehtir bikin
Civaknas û dostê gelê Kurdistanê Îsmaîl Beşikçî radigihîne, gelê Kurd yê Misilman ji aliye çar dewletên Misilman ve tê çewisandin. Pêwist e Kurd mafên xwe biparêzin û berfirehtir bikin.

Îsmaîl Beşikçî li Hewlêrê ji K24ê re ragihand, gelê Kurd li Rojhilata Navîn di bin zordariya dewletên Misilman de ye. Ev dewletên Misilman Tirkiye, Iraq, Iran û Sûriye zodaryê li gelê Kurd yê Misilman dikin.
Got jî: Kurd di wê zanabûnê de ne ku li dijî vê zordariyê dikarin tebikoşe. Kurd pêwist e di wê zanabûnê de bin jî ku destkeftên xwe biparêzin û berfirehtir bikin. Pêwiste xebateke mezin ji bo vê yekê bikin.
Beşikçî amaje bi wê da: Di sala 2005an ji encama tekoşîneke mezin de, Kurdan hin maf li Başûrê Kurdistanê bidest xistin, di destûra Iraqê de jî hatine pesendkirin, lê pêwîst e ev maf werin parastin û berfirehkirin.
Nûvekirina herî dawî: 23:42:07