3 karker ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin girtin

Li bajarê Balikesîrê 3 karkerên avahîsaziyê ji ber guhdarîkirina muzîkên Kurdî bi hinceta “propagandeya rêxistinê” û “dijîderketina polîs” hatin girtin.

23 Tebax 2024 - 06:52
23 Tebax 2024 - 06:52
 0
3 karker ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin girtin

Duh parkeke navçeya Alitieylulê ya Balikesîrê dema karkerên Kurd ên bi navê Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel guh didan stranên Kurdî, polîsan bi hinceta "derdor ji we bi gazin in" nasnameyên wan kontrol kirin.

Li gorî MAyê karkeran gotiye u ew tenê stranan guhdar dikin û wan nexwestiye nasnameyên xwe bidin polîsan.

Li gorî nûçeyê li ser vê yekê polîsan li wan xist û ew desteser kirin. 

Kadîr Guzel ku birayê yek ji wan karkeran e derbarê bûyerê de axiviye  û got birayê wî Cemal Guzel û hevalên wî rastî êrişa polîsan û hinek kesên li parkê jî  hatine.

Karker  piştî îfadeya li rêveberiya polîsan sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin.

Her sê karker bi sûcê "propagandaya rêxistinê" û "rabûna li ber polîsan" hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê  her sê karker bi heman hincetê hatin girtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 627 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:09:58