94 malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê hatin derxistin

Bi navbênkariya eşîrên Ereban, 94 malbatên çekdarên DAIŞê yên ji Reqayê, ji kampa Holê ya li Hesekê hatin derxistin.

4 Îlon 2023 - 06:15
4 Îlon 2023 - 06:15
 0
94 malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê hatin derxistin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 94 malbatên çekdarên DAIŞê bi destpêşxeriya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser û bi hevahengiya ligel şêx û rûsipiên eşîrên Reqayê ji kampa Holê hatin derxistin.

Ev gava derxistina malbatan ji kampa Holê, di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser a valakirina kampa Holê de tên.

Rêvebiriya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî ye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.

Roja 29ê Tebaxa borî jî, Komara Kirgizîstanê 31 jin û 64 zarokên welatiyên xwe yên ku li kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê ne, vegerandibûn.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Ev nûçe bi tevahî 1045 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:58