97 kes bi tohmeta dizî û talanê li navçeyên erdhejê hatin desteserkirin

Li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di encama lêkolînên bûyerên dizî û talanên li navçeyên erdhejê de, 97 gumanbar hatin desteserkirin.

14 Sibat 2023 - 04:20
14 Sibat 2023 - 04:20
 0
97 kes bi tohmeta dizî û talanê li navçeyên erdhejê hatin desteserkirin

Malpera fermî ya hikûmeta Tirkiyê ragihand, di 232 lêkolînên bûyerên dizî û talanên li navçeyên erdhejê de 97 gumanbar hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, dozgerên giştî yên komarî yên Tirkiyê li navçeyên ziyandîtî yên erdhejê, dest bi lêpirsîna bûyerên dizî û talan û xirab bikaranîna baweriyê û xapandina bi rêya bikaranîn sîstemên pêwendîkirinê de kiriye.

Dozgerên giştî yên Tirkiyê di çarçoveya lêkolînan de ku li 232 dosyeyan dest pê kirine, 97 gumanbar li 11 parêzgehan desteser kirine û 22 gumanbar jî bi merc hatine berdan.

Ev nûçe bi tevahî 752 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:36:07