NY: Şam razî bûye ku du deriyên navbera Sûriye û Tirkiyê werin vekirin

Serokê Sûriyê Beşar Esed rizamendî nîşan daye ku du deriyên sînorî di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê de bo dema sê mehan werin vekirin, da ku alîkariyên mirovî bigihin destê ziyandîtiyên erdhejê

14 Sibat 2023 - 04:21
14 Sibat 2023 - 04:21
 0
NY: Şam razî bûye ku du deriyên navbera Sûriye û Tirkiyê werin vekirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand, Serokê Sûriyê Beşar Esed rizamendî nîşan daye ku du deriyên sînorî di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê de bo dema sê mehan werin vekirin, da ku alîkariyên mirovî bigihin destê ziyandîtiyên erdhejê.

Antonio Guterres diyar kir: “Em destxweşiyê li biryara Serokê Sûriyê dikin ku biryar da, herdu sînorên Bab Selam û El Raî yên navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê, bo dema sê mehan werin vekirin.”

Rêxistina Kumspiyan ku li ser rizgarkirina xelkê di bin kavilan de dixebitin, ragihand; li navçeyên ku di bin desthilata opozîsyona Sûriyê de ne, hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 2 hezar û 274 kesan.

Ev nûçe bi tevahî 668 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:29:04