Agirî: 15 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

- Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 15 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin.

23 Gulan 2024 - 06:47
23 Gulan 2024 - 06:47
 0
Agirî: 15 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin

Li gorî daxuyaniya Rêveveberiya Ewlehiyê Agiriyê, hêzên ewlehiyê li dijî gelek kesên ku li ser navê DAIŞê kar û çalakiyan dikin operasyonek daye destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlehiyê bi awayekî hevwext bi ser çend navnîşanên cûda yên li bajêr de girtine û 15 kes desteserkirin.

Hat ragihandin li wan navnîşanan dest bi ser gelek dokûmanên rêxistinî, weşanên qedexe û materyalên dijîtal de jî hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî birin Rêvberiya Ewlehiyê ya Agiriyê û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.

 

Ev nûçe bi tevahî 1022 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:17:39